Doza di derbarê mirina Temer Temel de biryar derneket

Doza derbarê mirina Temer Temel ê 50 salî ku di 7'ê Gulana 2023'an de li ber mala xwe hatibû kuştin li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê pêk hat. Dadgehê, daxwaza ji bo bultena sor a Interpolê ji bo bersucên dozê redkir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Doza derbarê mirina Temer Temel ê 50 salî de, ku di 7'ê Gulana 2023'an de li ber mala xwe li gundê Setkar ê navçeya Elkê (Beytûşşebap) a Şirnexê di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin, pêk hat.

 

Her wiha Lezgîn Temel, Îskender Temel û Hakki Temel, ku di destpêkê de hatibûn beraetkirin û derbarê wan de biryara girtinê hatibû dayîn, beşdarî rûniştina li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê nebûn.

 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zeki İrmez, di runiştinê de amede bûn.

 

 

"Em ê heta dawiyê têkoşîna hiqûqî bidin "

 

 

Di runiştandinê de kurê Temer Temel, Serkan Temel wiha got:

 

"Biryar çi dibe bila bibe, ev yek dê rastiya ku ev bersûc kujer in neguherîne.

 

Em ê heta dawiyê têkoşîna hiqûqî bidin.

 

Edalet wê bi ser bikeve."

 

Her wiha Birayê Temer Temel, Şefik Temel jî êşa xweya sê salan wiha anî ziman.

 

 "Em kujeran nas dikin. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe.

 

 Em wekî malbat di rewşek dijwar de ne.

 

Bila edalet bi ser bikeve. Hemû daxuyaniyên bersûcan nakok in.

 

Ji kerema xwe malbatê ji vê îşkenceyê rizgar bikin."

 

 

"Pêwîste Interpol ji bo girtina kujeran Bultena Sor derxe"

 

 

Parêzer Serkan Karakaş jî daxwaz kir ku gumanbar di zûtirîn dem de werin girtin û Interpol ji bo girtina wan bultena sor derxe.

 

Piştî navberekê, heyeta dadgehê biryar da ku daxwaza Bultena sor a Interpolê red bike û li benda fermana girtinê ya ji bo bersûcan bimîne.

 

Heyeta dadgehê anî ziman ku ti delîl tune ne ku bersûc ji welêt derketine.

 

Dîroka rûniştina din ji bo 1'ê Tîrmeha 2026'an hat taloqkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye