Li Qamişlo ji ber baranê zarokekê jiyana xwe ji dest da

Li Geliyê Şera yê li Efrînê, ji ber barana zêde û lehiyê zarokeke xeniqî. Li Qamişlo banê xaniyekî hilweşiya û zaroke jiyana xwe ji dest da. JI ber baranê dergehê Sêmalka ji xizmetê derket û rêya M4 a navneteweyî li gundewarên bajarê Hesekê hat girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev 3 roj in li ser hev baraneke xurt li Sûriyê ûbi teybet li bakurê Sûriyê dibare.

 

Baranê gelek zirar li welatiyan kir.

 

Li nêzî gundê Hîmo yê li Qamişlo ji ber barîna baran zêde banê xaniyekî hilweşiya.

 

Di encamê de, zarokek jiyana xwe ji dest da.

 

 

Li Efrînê zarokek xeniqî

 

 

Her wiha, heman buyer li Efrînê jî pêk hat.

 

Li gorî malpera Efrîn El An,  zaroka bi navê Zeyneb Elî Sîdo ya 8 salî duh li Şerayê ji ber baranê û lehiyê xeniqî.

 

Li gorî agahiyan, Zeyneb Elî Sîdoyê dema nêzî geliyê Şera bû di lehiyê de xeniqî û jiyana xwe ji dest da.

 

Zarokekî din jî ku pê re bû rizgar bû û ew veguhestin nexweşxaneyê.

 

 

Dergehê Sêmalka ji ber barana zêde ji xizmetê derket

 

 

Ne tenê ev, ji ber baran gelek zirarên madî jî derketin.

 

Pira Aim a dergehê Sêmalka yên dinavbera Rojava û Başûrê Kurdistan ji xizmetê derket.

 

Ji ber vê, tevgera çûnûhatin bi awayekî demkî li dergehê Welîd hate veguhestin.

 

 

Ji ber lehiyê rêya M4 hat girtin

 

 

Gelek rê jî ji ber baranê hatin girtin.

 

Îro sibehê ji ber barana dijwar li nêzî gundê Til Tewilê yê Til Temirê a gundewarên Hesekê lehiyê da ser rêya M4 a navneteweyî û rê li ber trafîkê hat girtin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye