Li derdora Til Temirê êrîşa çekdarên dewleta Tirk hat şikandin

Çekdarên dewleta Tirk duh derengiya şevê hewil dan êrîşî gundekî Til El-Lebanê yê girêdayî Til Temirê bike, lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di cih de bersiv dan û êrîş şikandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komên çekdar ên dewleta Tirk a dagirker, di saet 23:00 de êrîş birin ser nuqteyên li derdora gundê Til El-Lebanê ku li rojavayê Til Temirê ye.

Herêmên ku êrîş li wan hate kirin, di bin kontrola hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê de ne.

Hêzên Meclîsê di cih de bersiv dan û êrîş şikandin.

Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê destnîşan kir ku ji bo ewlehiya gel wê li hemberî her cûre êrîşan têbikoşin.

 

Dewleta Tirk di derengiya şevê de Bendava Tişrîn bombebaran kir

 

Di heman demê de jî dewlata Tirk a dagirker di saet 1:02 şevê bi balafireke bêmirov derdora Bendava Tişrînê ya gundewarê başûrê Kantona Firatê bombebaran kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24