Serokê Meclîsa Tirkiyê diyar kir ku pêvajo di demek kurt de gihîştiye qonaxeke girîng û got:
"Em hêvî dikin ku rêxistin, bi hemû pêkhateyên xwe yên hundir û derve, wê banga berdana çekan di zûtirîn dem de bi cih bîne.
Bi temamkirina pêvajoya fesîhê re, diyar e ku ev pirsgirêk dê bi tevahî çareser bibe."
Numan Kurtulmuş behsa hewldanên çareseriyê yên berê jî kir û got:
Pêvajoya sala 2013'an jî hat sabotekirin.
Di dema pêvajoyên AK Partiyê de, di sala 2013'an de, ev pêvajo gihîştibû astekê, lê ji hêla hin hêmanan ve, di serî de hêmanên FETÖ, ew pêvoje sabote kirin.
Niha, hêvîdarim ku ev yek careke din wê çênebe. Ev pêvajo bi biryardarî tê meşandin."