Li gorî agahiyên nû, çûyîna koma sêyemîn taloqî rojên pêş bûye, dibe ku koma sêyemîn roja pênçşemê 9’ê nîsanê vegere cih û warê xwe.
Di koma sêyemîn de nêzî hezar malbat cih digirin.
Yek ji xalên peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de vegera koçberên herêmên dagirkirî ye.
Heta niha 2 komên koçberan vegeriyane Efrînê, ya yekemîn di 9’ê Adarê û ya duyemîn 4’ê Nîsana 2026’an de bûn .
Di koma yekemîn de 400 malbat û di koma duyemîn de jî 200 malbat hebûn.