Şeva derbasbûyî li Gundê Zergezewî yê navçeya Dareşekranê di encama êrîşên dironan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Dijîterora Herêma Başûrê Kurdistanê da xuyakirin ku dron ji Îranê ve arasteyî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Li gor parêzgarê Hewlêrê, Ûmêd Xoşnaw: dron rasterast li maleke sivîlan ketiye û di encamê de du hevjînên bi navên "Mûsa Enwer Resûl" û "Mijde Esed Hesen" jiyana xwe ji dest dane.
Parêzgarê Hewlêrê, amaje bi wê yekê kir ku sê dron arasteyî wê herêmê hatine kirin.
Du ji dronan dûrî malan ketine xwarê, lê ya sêyemîn li mala wê malbatê ketiye.
Nêçîrvan Barzanî: Divê Hikûmeta Îraqê erka xwe bi cih bîne
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, derbarê hedefgiritna du hevjînên Hewlêrî peyameke belav kir.
Nêçîrvan Barzanî got:
"Ev êrîş bi ti awayî nayên qebûlkirin û bi temamî tên redkirin.
Pêwîst e Hikûmeta Federal a Îraqê erk û berpirsyariya xwe bi cih bîne ji bo rêlibergirtina van tawan û êrîşên terorîstî, da ku êdî ev destdirêjiya li ser gelê sivîl û bêguneh ê Herêma Kurdistanê ducare nebe."
Mesrûr Barzanî êrîş şermezar kir
Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî êrîşên li ser malên welatiyan şermezar kir û wiha got:
"Ez bi bihîstina nûçeya êrîşa bi dronan a li ser mala Pêşmergeyekî ya li Hewlêrê gelekî xemgîn û dilgiran im.
Ew êrîş bûye sedema şehîdbûna wî û hevjîna wî.
Ez bi her awayî, vê tawana qirêj şermezar dikim."
Wezîrê Pêşmergeyan: Canê welatiyan û serwerî xeta sor e
Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl jî ev êrîş şermezar kir û diyar kir ku canê welatiyan xeta sor e .
Her wiha bang li Hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî kir ku li hemberî van tawanan xwedî helwest bin.
Dilîn û Melîn sêwî man
Mûsa Enwer ê 39 salî û Mijde Esed a 35 salî di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dan.
Herdu keçên wan, Dilîn a 5 salî û Melîn a 3 salî bê dê û bav man.
Dema ku dron li mala wan ket her du zarok di jûreke din de bûn bi vî awayî ji mirinê rizgar bûn.
Her du zarok bi qêrîn û giriyê xwe daxwaza dayîk û bavê xwe dikin.
Gundê Zergezewî yê navçeya Dareşekranê li herêma Ziraretiyê ye.
Ev gund 45 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye û ti baregehên leşkerî li gund tune ne.