Zarokê 4 salî yê ku ketibû bîrê piştî 16 saetan hat rizgarkirin

Xelkê gundewarê bajarê Girê Spî yê dagirkirî zarok Elî Salih Ebdî yê di bîra 50 metreyî werbûye rizgar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gundê Kermaza yê Girê Spî yê dagirkirî, duh bi şev zarokê bi navê Elî Salih Ebdî yê 4 salî di bîreke 50 mîtreyî de werbû.

Ev bûyer di dema ku ev zarok bi bavê xwe re diçû bajarê Girê Spî pêk hat.

Xelkên gund bi amûrên gel xwe ji duh ve ji bo rizgarkirina wî zarokî di nav seferberiyê de bûn.

Ev zarokê 4 salî 16 saetan di wê bîrê de ma û jiyana wî di xeteriyeke pir mezin de bû,

Gundiyan dema kamera şandin bin bîrê naskirin ku zarok jiyan dike lê ji ber derdora wî tijî ax bibû zarok di nefesgirtinê de zehmetî dikişand

Lê gundiyan hewildanên xwe berdewam dikirin û tevî ku bîr gelekî teng bû ew zarok rizgar kirin.

Beriya çend kêliyan şêniyan, piştî zêdetirî 16 saetan zarok rizgar kir û rakirin nexweşxaneyê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24