Bûyer, duh bi şev li Taxa Ayvanat a navçeya Sêwreg a Rihayê qewimî. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hat îdiakirin ku jina bi navê F.Ç. ya 22 salî ji ser avahiyeke ku hîn înşeat e ketiye erdê.
Piştî ku kesên li derdorê bi bûyerê hîskirin, gerdûnên polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê di lêkolîna yekemîn a li cihê bûyerê de diyar kirin ku jina ciwan F.Ç. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê jina ciwan ji bo kiryarên otopsiyê hat rakirin morga nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku polîsan têkildarî vê mirina biguman lêkolîneke berfireh daye destpêkirin.