11'emîn festîvala şanoyê ya navneteweyî ya Amedê sibe dest pê dike

11'emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê, sibe bi bernameyeke bixêrhatinê dest pê dike. Amed careke din mazûvaniya bernameyeke çand û hunerê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

11'emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku di navbera 22'yê Nîsanê û 2'yê Gulanê de, bi dirûşmeya “Diyalog ji bo Aştiyê” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, sibe dest pê dike.

Festîval bi beşdariya Hevşaredarên Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun di saet 19:00an de li Muzeya Bajêr a Qonaxa Cemîlpaşayê, dest pê dike.

Festîvala ku wê komên şanoyê yên ji 19 welatan bîne cem hev, wê li bajarê Amedê 10 rojan berdewam bike.

Festîvala ku di bin koordînasyona Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) de tê lidarxistin, tê de bi giştî 22 lîstik wê bên pêşkêşkirin.

Dema ku piraniya pêşandanên lîstikan li Navenda Çand û Kongreyê ya Amedê bên kirin, hin performans jî li qadên vekirî wê derkevin pêşberî temaşevanan.

Di festîvalê de ku hemû çalakiyên wê belaş in, ji bo pêşîgirtina li qelebalixiyê, bilêt wê bi rêya sepana banbiletê bi awayekî belaş bên standin.

Bernameya festîvalê wê ne tenê bi qonaxan re sînordar bimîne.

Çalakiyên ku bi gotûbêj, panel, atolye û hevdîtinên hunermendan dewlemend bûne, wê bi anîna cem hev a qadên cuda yên şanoyê, atmosfereke zindî ya çand û hunerê bide bajêr.

Komên şanoyê yên ji 19 welatan beşdarî Festyîvalê dibin

Komên şanoyê yên ji 19 welatên wekî Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Filistîn û Ûkraynayê wê heman şanoyê parve bikin.

Festîval armanc dike ku bi rêya hilberîna hunerî di navbera erdnîgariyên cuda de diyalog were sazkirin û pêwendiyên çandî werin xurtkirin.

Di merasîma vekirinê de li gel Hevşaredarên Amedê wê Serokê ITIyê Jessica Kaahwa cih bigire.

Wê pêşandana dîlanê ya koma Ugandayê Kyente Cultural û dîlanên gelêrî yên Kurdî bên pêşandan.

Festîval armanc dike ku şanoyê wekî zimanekî hevpar û piştevaniyê xurt bike.

Festîval wê ji bilî hunermendan, derdorên akademîk jî bîne ba hev.

Beşdarên ji beşên şanoyê yên zanîngehên Berlîn, Sûdan, Ukrayna, Silêmanî û Dihokê wê pêk werin.

Lîstik wê bi sernivîsên Tirkî, Kurdî û Îngilîzî bên lîstin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye