Di çarçoveya entegrasyon û pêkanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de, ya ku di navbera fermandarê Hêzên Sûriya Demokaratîk Mazlûm Ebdî û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera de pêk hat, îro li navenda PYD'ê ya bajarê Qamişloyê, şandeyeke siyasî ya Hikûmetê û PYD`ê li hev civiyan.
Şande bi serokatiya Rêveberê Karûbarên Siyasî yê Parêzgeha Hesekê Ebas Hisên û endamên desteya siyasî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi şandeyeke Rêveberiya Xweser re serdana partiyên siyasî kir.
Şandeyê destpêkê serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir û serdan zêdetirî du saetan dirêj kir.
Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso da zanîn ku civîn erênî derbas bû.
Di hemwextî serdanê de, jimareyek ji malbatên dîlgirtiyên QSD'ê li pêşiya navenda PYD'ê, protesto kirin.
Paşê şandeyek li ser navê malbatan derbasî civînê bû û daxwaza serbestberdana zarokên ji hikûmetê kir.
Piştî qedandina serdana PYD'ê, şandeyê berê xwe da navenda Encûmena Niştîmanî ya Kurdistana Sûriyê (ENKS)'ê.
Li wir serdanê zêde dirêj nekir.
Serokê ENKS'ê Mihemed Îsmaîl diyar kir ku ji bo daxwazên mafên wan hîna gelek hevdîtin pêwîst dikin.