Mihemedê Serê Kaniyê li benda vegerê ye

Mihemedê Serê Kaniyê ku di şerê Serê Kaniyê de birîndar bûbû, li benda vegera Serê Kaniyê ye. Mihemed ji Kobanê ye û di sala 2019`an de ji ber êrîşên Tirkiyê yên bi çekên kîmyewî (fosfor) birîndar bûbû, niha 18 salî ye û hêvî dike ku bibe bijîşk. Nûçegihanê me raporek amade kiriye, ka em bi hev re lê temaşe bikin.

reset font size increase font size

Mihemedê Serê Kaniyê, çîroka ku nayê jibîrkirin.

Mihemed Hemîd Mihemed yek ji wan kesên ku jiyana xwe bi koçberiyê re derbas kiriye.

Mihemed bi xwe ji Kobanê ye, di sala 2014′an de, ji ber êrîşên Daişê bi malbata xwe re koçberî Efrînê bû.

Di sala 2018`an de jî komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve êrîşî Efrînê kirin, ji ber êrîşên dijwar ew koçberî Serê Kaniyê bû.

Lê li Serê Kaniyê, Tirkiyê çekên kîmyewî bikar anî, Mihemed bû armanca çekên kîmyewî ( fosfor ) û laşê wî di asta 5`an de şewitî. 

Mihemedê zarok, me vedigerîne berî 7 salan, û bi dilekî tezîn ji Nûçe tv behsa hûrgiliyên êrîşê û şewata laşê xwe dike.

Ji bo vegera koçberan civîn bi komîteya koçberan re tên lidarxistin.

Herî dawî jî, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Endamê Şandeya Serokatiya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Mistefa Ebdî, Ji bo nîqaşkirina şert û mercên guncaw bo vegera koçberan bi nûnerên komîteya koçberên Serê Kaniyê re civiyan.

Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina jîngeheke ewle ji bo vegera koçberan û vegerandina mal û mikên wan hat kirin.

Piştî sê mehan ji dermankirinê li Fransayê, Mihemed vegeriya kampa Koçberên Serê Kaniyê ya li Hesekê, lê her êvar dema ku çavên xwe digire, hêvî dike ku rojekê li Serê Kaniyê be.

Mihemed Mihemed: Em dixwazin vegerin malên xwe 

Mihemed Hemîd Mihemed niha temenê wî 18 sal e, ew di refa 10`an de ye û yek ji xewnên wî ew e, ku bibe bijîşk.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye