LI HESEKÊ TEQÎN: 6 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN Û YEK JÎ BIRÎNDAR BÛ

Di dikanekê li Taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê de, mayînek teqiya. Di encama teqînê de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû. DR. Elî Mihemed di beşa lezgîn a Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê de got: "Kesên ku hatin, me destwerdana destpêkê kir jî, lê mirî bûn û kesê ku birîndar bûbû birîna wî hinekî sivik bû, sê biçûk bûn û 3`yê din jî di navbera 15 saliyê de bûn."

reset font size increase font size

Li Taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê di saetên piştî nîvro de, mayînek teqiya.

Di nava hesinên ku xwediyê dikanekî kirîbûn, teqiya.

Ev dikan a hesinên kevin e, ku ji nava wan hesinan seferê derdixin, dema ku erebeya hesinên xwediyê dikanê dihat vala kirin û ew hesin ji hev du cuda dikirin, mayîn di nava wan de teqiya.

Di encama teqînê de, 6 kesan jiyan xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Her wiha di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane, 3 ji wan zarok bûn û yên din jî derdora 15 salî bûn.

Têkildarî mijarê, DR. Elî Mihemed di beşa lezgîn a Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê de diyar kir ku, kesên ku di teqînê de birîndar bûbûn, bi giştî jiyana xwe ji dest dabûn.

DR. Elî Mihemed got ku piraniya kesên ku anîne nexweşxaneyê laşên wan parçebûbûn û ev agahî da:

"Di nava wan de sê zarokên temen biçûk hebûn, di navbera 10 salî û 11 salî bûn, ew zarok parçe bûbûn.

DR. Elî Mihemed anî ziman ku, dema ku gihîştin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabûn, tenê yek birîndar bûbû.

"Kesên ku hatin, me destwerdana destpêkê kir jî, lê mirî bûn û kesê ku birîndar bûbû birîna wî hinekî sivik bû, sê biçûk bûn û 3`yê din jî di navbera 15 saliyê de bûn."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye