Li gorî Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê, di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de, serê vê sibehê li Beyrûtê, herî kêm heft kes hatin kuştin.
Her wiha Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan "fermandarekî payebilind ê Hizbullahê" hedef girtiye.
Çavkaniyeke ewlehiyê û çavkaniyeke nêzîkî Hizbullahê ji AFP’ê re da zanîn ku Yûsif Îsmaîl Haşem, Fermandarê Eniya Başûr ê Hizbullahê, di êrîşa asmanî ya Îsraîlê de li ser herêma Cenahê ya Beyrûtê piştî nîvê şevê roja Sêşemê hatiye kuştin.
Çavkaniya ewlehiyê got: "Fermandarekî payebilind ê Hizbullahê ku berpirsê leşkerî û ewlehiyê yê dosyaya Îraqê, bi navê Yûsif Haşem, bi nasnavê Seyyed el-Sadiq, di êrîşa li ser herêma Cenahê ya Beyrûtê de hatiye kuştin."
Çavkaniyê da zanîn ku Yûsif di hundirê konekî de li nêzîkî çend otomobîlan bi endamên din ên Hizbulahê re di civînekê de bû.
Her wiha çavkaniyeke nêzîkî Hizbullahê, ev agahî piştrast kir.
Di heman demê de Wezareta Tendirustiyê hejmara miriyan a sererastkirî ya heft kesan ragihand.
Li alîyekî din piştî ku Fermandariya Artêşa Libnanê neçar ma ku çend cihên xwe li başûrê Libnanê vala bike, daxuyaniyek da û got:
"ji ber zêdebûna êrîşa Îsraîlê li dijî Libnanê, nemaze li deverên ku li derdora bajarokên sînorê başûr ku êrîşên dijminane lê têne kirin, û dibe sedema dorpêçkirin û tecrîdkirina yekîneyên artêşê yên bicihkirî û qutkirina xetên dabînkirina wan, artêşê operasyonek ji nû ve bicihkirinê pêk anî ."
Fermandariyê destnîşan kir ku ew li gorî derfetan bi komeke leşkeran ku ji heman bajarokan e, bi berdewamî ji bo parastina gel li kêleka wan disekine.
Her wiha Artêşê da xuyakirin ku êrîşên Îsraîlê bêserûber hem karmendên leşkerî û hem jî sivîlan li deverên cuda hedef digire.
Îsraîlê, başûrê Libnanê heta Çemê Lîtanî wekî "herêmeke ewlehiyê" di şerê berdewam a bi Hizbullahê re ya ku ji hêla Îranê ve tê piştgirî kirin, ragihandiye.
Her wiha Fermandariya Artêşa Libnanê diyar kir ku niştecihên başûrê Libnanê nikarin heya agahdariyeke din vegerin.