Ji bo Kurdên ku qeydên wan nîn in wê nasname bên dayîn

Îro Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ragihand ku di çarçoveya qonaxa yekem a cîbicîkirina Mersûmê de, ew ê dest bi qeydkirina navên kesên ku nasnameyên wan tune ne, bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi rêya malperên xwe yên fermî ragihand ku di çarçoveya qonaxa yekem a cîbicîkirina mersûma serokatîyê ya hejmar 13 de, ew ê dest bi qeydkirina navên kesên ku nasnameyên wan tune ne, bike.

Cîgirê Wezîrê Hundirîn ê Karûbarên Sivîlan, Ziyad El Ayiş diyar kir ku ew ê di 6'ê nîsana îsal de dest bi xebatên qeydkirinê bikin.

Her wiha Wezaretê destnîşan kir ku komîte û navendên pejirandî wê li parêzgehên Şam, Heleb, Hesekê, Reqa û Dêrazorê dest bi wergirtina daxwaznameyan bikin.

Da ku kar û xebat bi rêkûpêk bimeşin û barên li ser welatiyan kêm bibin.

Wezaretê eşkere kir ku qonaxa yekem li ser wergirtina daxwaznameyan, kontrolkirina belge û îsbatên pêşkêşkirî li gorî tedbîrên qanûnî yên têkildar e, ji bo amadekariya temamkirina tedbîrên pêwîst a dayîna hemwelatîbûnê.

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera di 16ˊê çileyê de fermana qanûnî ya hejmara 13ˊan a sala 2026ˊan derxist.

Di naverokê de hat gotin ku welatiyên Kurd beşeke resen ji gelê Sûriyê ne, nasnameya wan a çandî û zimanî beşek ji nasnameya neteweyî ya Sûriyî ya pirreng û yekgirtî ku nayên parçekirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye