Rêber Apo: Divê rêxistinbûna herêmî were xurtkirin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan eşkere kir ku di hevdîtina bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re li ser xurtkirina rêxistinbûna herêmî û siyaseta gelparêz a ku berê xwe dide têkoşîna demokratîk, hate nîqaşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Omer Ocalan têkildarî hevdîtina duh a Rêber Apo ya bi malbatê re, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî nivîskî parve kir.

Omer Ocalan ev tişt parve kir: “31’ê Cotmehê me bi Birêz Abdullah Ocalan re weke malbata wî hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de xurtkirina rêxistinbûna herêmî û siyaseta gelparêz a ku ber dide têkoşîna demokratîk, hate destnîşankirin. Tenduristî û morale Birêz Ocalan baş bû; silav ji gelê me re şandin.”

 

Rêberê Gelê Kurd 31’ê Cotmehê ji ferdên malbatê bi Omer Ocalan, Fatma Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan re li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin pêk anî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye