Mesrûr Barzanî: Li Helebê bi armanca ‘qirkirina nijadî’ tê kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, anî ziman ku êrîşên li Helebê bi armanca ‘qirkirina nijadî’ tê kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniya Mesrûr Barzanî di derbarê Helebê de parvekir.

Mesrûr Barzanî, bal kişand metirsiya li ser jiyana sivîlan û got, “Bûyerên li Helebê û hedefgirtina Kurdan a ji bo guhertina demografiya herêmê û çêkirina gefê li ser jiyana sivîlan, berpirsên Şamê û wijdanê civaka navneteweyî dixe bin pirsyarê.”

Barzanî diyar kir ku êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê wan dixe nava fikarên mezin û got, “Şer û tundî bi awayekî bingehîn tu pirsgirêk çareser nakin. Divê tu hincet rê nede qirkirina nijadî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, her wiha bang li hemû aliyan kir ku ‘berpirsyariyê bigirin, jiyana sivîlan biparêzin û ji bo çareseriyê tevlî diyalogê bibin’ kir.

Barzanî anî ziman ku ew hêvîdar in avasaziya rêveberiya niha ya Sûriyeyê, ji bo hemû gelê Sûriyeyê di asta berpirsyariya rêveberiyeke demokrat û yekgirtî de tevbigere.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye