Li Amed û Mêrdînê bîranîna Apê Mûsa: 'Pênûsa te li erdê nema'

Nivîskar, rewşenbîr û rûspiyê çapemeniya kurdî Mûsa Anter (Apê Mûsa) di salvegera kuştina xwe de, li Seyrantepeya Amedê, tam li cihê ku hatiye kuştin û li ser gora xwe ya li Nisêbînê bi girseyî hat bi bîranîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Fîratê (DFG), bernameyeke girseyî ji bo bîranîna zanyar û rojnamegerê kurd Mûsa Anter hate lidarxistin. Hezkirî, hempîşe, nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedar li taxa Seyrantepe ya Amedê (Kolana Cumhuriyetê) li ber abideya Apê Mûsa kom bûn.

Beşdaran wêneyên Apê Mûsa û gûl danîn ser cihê ku ew di 20'ê Îlona 1992'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû kuştin.

Di axaftinên ku li ser navê rojnamegeran hatin kirin de hat destnîşankirin ku her çend pênûsa Apê Mûsa bi kuştineke tarî hatibe sekinandin jî, bi sedan şagirtên wî mîrateya "Çapemeniya Azad" didomînin. Li ser navê girseyê hat gotin:

"Hêrs û êşa me mîna roja yekemîn zindî ye, lê me pênûsa wî li erdê nehişt."

Piştî bernameya li Amedê, girse berê xwe da gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê. Li wir jî li ser gora wî bi tevlîbûna malbatê û dostên wî bîranîneke din hate lidarxistin û banga xwedîderketina li ziman, çand û rûmeta kurdî hate kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye