Şewata ku li Çiyayê San Marcos (Cerro San Marcos) û bi taybetî li herêma "La Marmolera" dest pê kir, ji ber hişkayî û bayê xurt zû mezin bû. Hêzên asmanî, tîmên agirkujiyê û berevaniya sivîl ji bo vemirandina agir ketine seferberiyê.
Wezîrê Karên Navxweyî Rodrigo Lara di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev rûdan niha şewata herî mezin û xeternak a li seranserî Kolombiyayê ye. Ji bo nehiştina karesatekê, tîmên agirkujiyê ji gelek şaredariyên cîran mîna Tunja, Tinjacá û Samacá hatine şandin. Her wiha helîkopterên Hêzên Asmanî ji ezmên ve dest bi reşandina avê kirine.
Li aliyê din, Yekeyên Birêvebiriya Rîska Afatê (UNGRD) ragihandin ku gumanên mezin hene ku ev şewat bi zanebûn û ji aliyê "destên krîmînal" ve hatibe vêxistin û lêkolînên li ser mijarê berdewam dikin.