Lezgin

Çiyayê Gabarê ber bi çolistanbûyînê ve diçe

reset font size increase font size

Çiyayê Gabarê ku bi xweşbûn û dewlemendiya xwezaya xwe tê zanîn di bin êrîşa talanê de ye. Devleta Tirk bi polîtîkayek taybet bi hincetên cur be cur re xwezaya Gabarê weran dike. Roj derbas nabe ku dîmenên ve talanê derkeve. Lê rexmî hemû bertekan jî Gabar dibe qurbaniya rantxûran.

Çiyayê Gabarê di nav sînorê Şirnexê cih digre û bi xwezaya xwe ya dewlemend tê zanîn. Bilindahiya wî nêzî 2 hezar û 500 metre ye. Çiya malvaniya gelek cure zindiyan dike û çavkaniya gelek berhemên xwezayi ye. Ji ber vê xweşik bûn û dewlemendiya xwe di gelek stran û klaman de jî cihê xwe girtiye. Şahidî ji dîrokekî re kiriye.

Îro ev xwezaya dewlemend di bin xeteriya tinekirinê de ye. Devleta Tirk li ser nave petrol derxistinê û rêyên ewlehiyê daristanên Gabarê ji holê radike. Ji aliyekî ve xwezaya Gabarê bi zanebûn dişewitîne, ji aliyekî ve daristanên wî bi destê cerdewanên herêmê re jê dike, ji aliyê din jî bi vekirina kanên petrolê re erdê jehrî dike.

Rexmî hemû bertekan talan berdewam dike

Rexmî ku li herêmê û Bakur Kurdistanê gelek bertek li hember van kirinan çêdibe jî heya niha dev ji vî polîtîkayê neqeriya ye. Ev polîtîka ne tenê li Gabarê li gişti xwezaya Kurdistana Bakur tê meşandin. Devleta Tirk bi polîtîkayek bi plan xwezaya Kurdistanê ji holê radike û çolistanbûnê li pêş dixe. Roj bi roj dîmenên talan kirina xwezayê derdikeve.

Ji bo pêşî girtina vê talanê di serî de Platforma Jîngeparezî ya Mezopotamya, Baroya Şirnexê û Welatiyên li Şirnexê gelek welatî li hember vî talanî bi çalakiyên xwe deng bilind kir lê hê jî di bin ewlehiya leşkerên Tirk de cerdewan vê talanê didomînin. Li hember vê talanê gelek caran serî li dozgeriyê û cihên pêwendîdar hate dayîn û gilî hate kirin lê heya niha ev talan nesekiniye. Miduriyeta Daristanan  a Şirnexê jî rexmî gelek caran serlêdan çêbûye jî heya niha neketiye tevgerê.

Demhat Îsmaîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24