Li Hindistanê ji ber erdhezê û lehiyê 15 kes mirin

Li Hindistanê ji ber erdhez û baranên zêde 15 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 kesên din jî winda bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Medyaya Hindistanê ragihand ku berî du rojan li eyaleta Otaraxand a Hindistanê ya li navçeya Hîmalayayê, ev erdhez û lehî pêk hatibû.

Dîmenên ku hatine kişandin, nîşan didin ku ava qirêj û heriyê berê xwe da navçeya Dehradon a Hindistanê, di encamê de ziarar û ziyaneke mezin gihişte dikan, rê û xaniyan.

Indian Express jî diyar kir ku termên 13 kesan ji navçeya Dehradon û 2 termên din jî ji navçeyên cuda hatin derxistin.

Ji ber ku avhewaya eyaleta Otaraxand hatiye gurhertin, her tim lehî û erdhez lê çêdibin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24