Numan Kurtulmuş: Divê em destê xwe lez bikin

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk- Biratî û Demokrasiyê civîna xwe yê 10’an pêk anî. Komîsyonê di vê civînê de li akademîsyenan guhdar kir. Di vekirina civînê de Serokê Meclîsê Numan kurtulmuş axivî û got: “Divê em destê xwe lez bigrin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk- Biratî û Demokrasiyê didomin.

Komîsyon di civîna xwe yî 10’emîn de akademîsyen guhdar kirin.

Di destpêka civînê de Numan Kurtulmuş axivî û destnîşan kir ku komîsyon bi mutabaqatek berfirh gihiştiye îro û wiha dewam kir: “ Divê em destê xwe lez bigrin, bêyî ku di bin barên giran ên şertên herêmî û kûrewî de bimînin, tavilê aştî û xwişk-biratiya mayînde pêk bînin.”

Kurtulmuş da zanîn ku bi banga Rêberê Gelê Kurd re zemîneke mitebeqeta civakî vebûye û wiha lê zêde kir: “Lewma jî peywîra ewil a vê komîsyonê ew e u li ser navê milet, mitabeqeta sererastkirinên yasayî çêbike. Em dixwazin modeleke resen a Tirkiyeyê derxin holê.”

 

'Guherîna hiqûqî û demokratîk mifte ye'

 

Piştre akademisyên ezmûnên xwe yê di derbarê şer û çareserkirina şer yaTecrûbeyên de cihanî parve kirin.

Prof.Dr.Havva Kok Arslan bal kişand li ser pêwîstiya guherînên hiqûqî û demokrasiyê de û wiha got: “Ev yek ji bo aştiya Tirkiyeyê û herêmê, bi taybet ji bo gelê Kurd û hemû gelan, mifte ye.”

 

'Otonomiya rêveberiyên herêmî were xurtkirin'

 

Prof.Dr. Sevtap Yokuş Veznedaroglu jî diyar kir ku Tirkiye dûrî hesabên siyasî dikare gavên dîrokî bavêje û ev pêşniyar kirin: “Ji bo pêvjoyeke destûrî divê komîsyon û binkomîsyon werin avakirin. Qanûna înfazê were guherandin. Otonomiya rêveberiyên herêmî were xurtkirin.”

Doç. Dr. Çerag Ayşe Çuhadar jî da zanîn ku pêvajoyên aştiyê îradeyeke domdar dixwaze û got: “Divê komîsyon di çarçoveya nexşereyekê de li ser mijaran bigihije lihevkirinekê. Dikare ji bo pêşerojê jî di van mijaran de pêşniyaran bike.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye