Di 24 demjimêran de li Xezeyê 99 kes hatin kuştin

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê berdewam in, di 24 demjimêrên borî de, 99 kes hatine kuştin. Rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronoth jî, ragihand ku dagirkirina tevahiya Xezeyê û valakirina niştecihên wê heta 6'ê cotmehê wê biqede. Li gorî Rojnameya The Times, di destpêka hefteya bê de, wê Brîtanya fermî dewleta Filistînê nas bike. Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî, Yekitiya Ewropayê hişyar kir ku heke cezayan li Îsraîlê bibire wê bersiva guncav bide.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşên hewayî û pêşveçûna leşkerî yên Îsraîlê, li Xezeyê berdewam dike û artêşa Îsraîlê robotên bombekirî li deverên bakurê Xezeyê diteqîne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a WAFA, di 24 demjimêrên borî de, li Xezeyê di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de, 99 kes hatine kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku hejmara qurbaniyên êrîşên Îsraîlê ji 7'ê cotmeha 2023'an ve, gihîştiye 65 hezar kuştî û 165 hezar birîndaran.

Rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronoth jî, îro bi îşareta rayedarekî îstîxbaratê ragihand ku dorpêçkirin û dagirkirina tevahiya Xezeyê û valakirina niştecihên wê heta 6'ê cotmehê wê biqede.

Rayedarê îstîxbaratê yê Îsraîlê diyar kir ku tê texmînkirin 7 hezar û 500 çekdar li bajarê Xezeyê hene.

Çavkaniyên Filistînî berî 2 rojan jî, ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi tevahî internet û amûrên dan û standinê li ser Xezeyê qut kiriye.

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz duh gef li Hamasê xwar û got: "Heke Hamas leşkerên dîlgirtî bernede û çekên xwe radest neke, wê Xeze were wêrankirin."

 

"Brîtanya wê di destpêka hefteya bê de dewleta Filistînê nas bike"

 

Ji aliyê xwe ve, Rojnameya The Times duh ragihand ku Brîtanya di destpêka hefteya bê de, piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump serdana xwe bi dawî bike, wê bi fermî dewleta Filistînê nas bike.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer di Tîrmeha borî de, ragihand ku ger Îsraîl şerê li Xezeyê ranewestîne û bi Hamas re agirbestekê çêneke, wê London vê gavê bavêje.

 

Gideon Saar ji bo cezayên li ser Îsraîlê Yekitiya Ewropayê hişyar kir

 

Berî çend rojan jî, Komîseriya Ewropayê pêşniyar kir ku cezayên bazirganî li Îsraîlê û 2 wezîrên hikûmeta wê werin birîn.

Lê wezîrê karên derve yê Îsraîlê Gideon Saar Yekitiya Ewropayê, hişyar kir ku heke cezayan li Îsraîlê bibire wê ew jî bersiva guncav bidin.

Saar li ser hesabê xwe yê X'ê diyar kir ku pêşniyarên Komîseriya Ewropayê ya bi serokatiya Ursula von der Leyen, şaştiyeke exlaqî û siyasî ye û got:

"Her tevgerke li dijî Îsraîlê, wê zirarê bide berjewendiyên Ewropayê û her tedbîrek li dijî Îsraîlê wê bersiv guncav be û em hêvî dikin, em neçar vê yekê nebin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24