Lihevkirinên di navbera Libnan û Îsraîlê de yên der barê hevrêziya leşkerî de, di bin çavdêriya Amerîkayê de, tên kirin.
Çavkaniyên agahdar ên Îsraîlê ragihandin ku lihevkirinên ku bi Libnanê re hatine kirin, dê avakirina mekanîzmayeke hevrêziya leşkerî di bin çavdêriya Amerîkî de pêk bîne.
Li gorî rojnameya Îsraîlê Haaretz, mekanîzmaya hevrêziya leşkerî dê di destpêka hezîranê de were nîqaş kirin.
Rojnameya Îsraîlê diyar kir ku nîqaşa li ser berdewamiya şer di çarçoveya sînordarkirinên ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatine ferzkirin de, dê were pêkanîn.
Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku ev sînor jî rê li ber bombebarankirina Beyrût û cihên din ên Libnanê digire, li hemberî vê yekê jî destûrê dide Îsraîlê ku êrîşî armancên Hizbullahê yên li başûrê Libnanê bike.
Îsraîlê daxwaza bêçekkirina Hizbullahê kir
Her çend Îsraîl dixwaze rê li ber çekdarkirina Hizbullahê bigire û gefên wê ji ser sînor rake jî, hikûmeta Libnanê bi berdewamî daxwaza rawestandina êrîşên asmanî yên Îsraîlê û vekişîna wê ya ji başûrê Libnanê dike.
Li hemberî vê yekê jî, Hizbullah red kir ku dan û standinên rasterast bi Îsraîlê re bike û bang li dewleta Libnanê kir ku ji van dan û standinan vekişe.
Hizbullah jî israr kir ku ew di dema hevdîtinên Washingtonê de, bi ti nîqaşa li ser çekên xwe eleqedar nabe.
Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ê di 2 û 3yê hezîranê de bi armanca gihîştina rêkeftineke siyasî ya demdirêj, gereke nû ya dan û standinan li dar bixe.