Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber şewba Ebolayê, duyemîn asta hişyariyê ya navneteweyî ya herî bilind ragihand.
Yek ji mezintirîn belavbûnên vîrusê di navbera salên 2014 û 2017`an de li Afrîkaya Rojavayî pêk hatibû.
Nêzîkî 30,000 kesî li Gîne, Lîberya û Sierra Leoneyê bi vîrusê ketin û zêdetirî 11,000 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Dîrektorê giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom, diyar kir ku şewb gefeke cidî li ser tenduristiya giştî çêdike.
Lê hîn negihîştiye asta pandemiyê.
WHO'yê rewşa awarte ya cîhanî ragihand
Li gorî WHO`yê, heta 16`ê gulana 2026`an, li parêzgeha Ituri, nêzîkî sînorê Uganda û Sûdana Başûrî, li Komara Demokratîk a Kongoyê, 8 bûyerên labaratuar hatine piştrastkirin, 246 bûyerên gumanbar û 80 mirinên gumanbar hatine tomarkirin.
Hat ragihandin ku li herêmê varyanta Bundibugyo ya Ebolayê belav bûye û li dijî vê varyantê tedewiyek pejrandî nîne.
Wezîrê tenduristiyê yê Komara Demokratîk a Kongoyê, Samuel Roger Kamba li ser xetereyên vîrusa heyî hişyarî da û got ku rêjeya mirinê dikare bigihêje %50.
Hat gotin ku tîmên tenduristiyê ji ber şer û koçberiya zêde, nikarin bigihêjin gelek deverên herêma Ituri.
Rayedarên herêmê gotin ku mirov li malên xwe dimirin û nexweş nikarin werin dermankirin.