Xwepêşandêran pankertên "berdana revandiyan, vekişîna Hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Veguhêz ji gundewarên Rojava û Bakurê Siweydayê û serxwebûnê" hilgirtin.
Xwepêşandêran diyar kirin ku çarenûsa Siweydayê tenê ji aliyê xelkê wê ve tê destnîşankirin.
Her wiha dan zanîn ku di baran, berf û germê de, ew ê di qadên siyaset û şer de amade bin.
Xwepêşandêran gotin: "Jenosîda ku xelkê çiyê hedef girt îspat dike ku jiyana hevbeş an lihevhatin bi hikûmeta heyî re ne mumkin e û serxwebûn bûye daxwazek kolektîf ji bo xelkê Siweydayê."