Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya hevdîtinên gel ên bi dirûşmeya "Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin" li navçeya Tetwan a Bedlîsê, bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiya.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir tev li hevdîtina ku li kargehekê hat lidarxistin bû.
Keskîn Bayindir di hevdîtinê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê damezrîner ê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha got:
"Di vê pêvajoyê de divê mirov tenê li benda dewletê nemîne.
Lê ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê hikûmet gavan biavêje.
Meseleya Kurd ne tenê çekberdan e.
Gelê Kurd dixwaze statuya wan di destûrê de were naskirin.
2 sal in em li her quncikekî welat behsa aştiyê dikin.
Bayindir da zanîn ku ew dixwazin li ser aştiyê bi gel re biaxivin, ramanên gel û civakê bigirin.
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşesazan a Bedlîsê Ayvaz Canevî jî da zanîn ku ew li pişt pêvajoyê ne û wekî rêxistinên sivîl ji bo pêvajoyê çi hewce bike ew ê bikin.
Piştre welatiyan diyar kirin ku baweriya wan bi Abdullah Ocalan tam e û teqez kirin ku divê dewlet gav biavêje û ji bo pêşvebirina pêvajoyê hewldanê bike.