Di navbera wan û gundê wan de, tenê 40 km heye, lê ne dikarin derbasî malên xwe û ne jî gundê xwe bibin.
Ev çîroka 2 kesên ji gundê Bab Ferecê yê girêdayî Serê Kaniyê ye.
Zibêda Mihemed: Leşkerên Tirk nahêlin em 1 km nêzîkî gundê xwe bibin

Zibêda Mihemed û Hesen Biro, berî 7 salan, di dema şerê Serê Kaniyê de, ji gundê xwe koçber bûbûn.
Zibêda Mihemed ji Nûçe TV re dibêje:
‘‘Eger dîwarek tenê ji mala min mabe, ez ê vegerim û tenê li ber siha dîwarê xwe rûnêm.’’
Niha di gundê Bab Ferecê de leşkerên Tirkiyê dimînin û baregehên xwe lê ava kirine.
Piştî 7 salan û bi taybetî di vegera karwanên koçberên Serê Kaniyê de, yekemîn car e Zibêda Mihemed berê xwe dide gundê xwe.
Lê dibîne ku leşkerên Tirk di mala wê de ne û nahêlin yek km nêzî gundê xwe jî bibe.
"Ji bo ku em dûrî gundê xwe nekevin em li devera herî nêzîk bi cih bûne"

Hesen Biro ku ew jî kurê wî gundî ye, got:
"Dema ji gund derketim, min got weke her carê ye hefteyekê yan jî çiqas dirêj bike dê mehek be û ez ê vegerim warê xwe.
Lê min nizanîbû wê wê bikeve sala 8’an û ez venagerim".
Ji dema ku Hesen Biro ji warê xwe koçber bûye, ew li devera herî nêzî gundê xwe li Til Temirê jiyan dike.
Ji bo ku dema ji wan re bibêjin vegerin, ew di zûtirîn dem de vegere warê xwe.
Li ser xeta herî nêzî gundê xwe li Til Temirê, koçberên Serê Kaniyê li benda mafê xwe yê rewa ne, da ku sînorên leşkerî rabin û vegerin gund û malên xwe.