Gundê Bîşeyê gundekî geştyarî ye û li navenda Çiyayên Zagrosê li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê cih digire.
Ev gund stasyona trênê û sûlava Bîşeyê dihewîne, ku wekî hêmanên xwezayî û geştyariyê yên herî girîng ên vî gundî tên hesibandin.
Ev gund ji ber hebûna derfetên xwezayî û geştyariyê, ji bo qeydkirina di lîsteya paşmaya cîhanî de jî hatiye namzetkirin.
Sûlava Bîşeyê yek ji sûlavên mayînde yên Loristanê ye û ev sûlav di encama hevgihîştina kaniyên ku ji jorê ve diherikin de, çêdibe.
Ava kaniyan piştî ku ji devera stasyona trênê derbas dibe, ji bilindahiyê diherike û paşê tev li çemê Sezarê dibe.
Ev sûlav bi qasî 48 metreyan bilind e û panbûna lûtkeya wê bi qasî 20 metreyan e.
Sûlava Bîşeyê di 17’ê adara 2008’an de wekî 48’emîn cihê neteweyî di lîsteya paşmaya xwezayî ya Îranê de hat tomarkirin.
Cihê Sûlava Bîşeyê yê di nav daristanên berû, Çiyayên Zagrosê, gundê Bîşeyê û stasyona trênê de dîmenekî xwezayî yê bêhempa afirandiye.
Hebûna sûlavê, kanî û daristanên Zagrosê, gundê Bîşeyê kiriye yek ji cihên geştiyariyê yên navdar li parêzgeha Loristanê.
Cihek ku di demsalên cuda yên salê de, rûyekî cuda yê xwezaya Zagrosê pêşkêşî geştyaran dike.