Li Qeladizê pêngaveke paqijkirina jîngehê hat destpêkirin

Bi armanca parastina xwezayê û belavkirina çanda jîngehparêziyê, rêveberiya giştî ya Raperînê pêngaveke paqijiyê li nava daristanên Qeladizê da destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi armanca paqijkirina jîngeha devera Pişderê, pêngaveke paqijkirinê li daristana Qeladizê hat despêkirin.

Bi tevlîbûna gelek kesan di pêngava paqijiyê de ya ku bi dirûşma “Bi hev re ji bo Qeladizeke kesktir û jîngeheke tendurist” hatiye destpêkirin, qadeke berfireh a daristanê hat paqijkirin.

Kesên ku tevlî pêngavê bûn, diyar kirin ku divê her kes berpirsyartiya parastina jîngehê hilgire ser xwe û derdorê paqij bihêle.

Pêngavên paqijiyê, ji bo paqijkirina cihên geştiyariyê yên li îdareya Raperînê ya Başûrê Kurdistanê, her hefte tên destpêkirin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye