Xwepêşandanên gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê careke din derketin holê.
Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hrana`yê, li 4 bajarên Îranê, gel xwepêşandan li dar xistin.
Gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê di van her du salên dawiyê de, bi kirîzên aboriyê re rû bi bû mane.
Ev ne cara yekem e, ku gel ji bo çareserkirina pirsgirêkên aboriyê, xwepêşandanan li dar dixin.
Di dawiya sala 2025`an de, dema ku xwepêşandanên girseyî dest pê kirin, ji aloziyên aboriyê ve dest pê kirin.
Piştre, ber bi doza çareserkirina pirsgirêkên siyasî û civakî ve cûn.
Piştî xwepêşandanên girseyî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dewletê ji bo tepisandina xwepêşandanan bi hezaran welatî kuştin û girtin.
Nirxê nan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bilind bûye
Li gorî agahiyên ku vê dawiyê hatine belavkirin, nirxê nan ji berê pir bilindtir bûye.
Li gorî raporan, li parêzgeh û bajarên wekî Îsfehan, Yezd, Meşhed û Qumê nan bi nirxên cuda hatine pêşkêşkirin.
Di raporeke li ser bilindbûna buhayên nan de, Esr- Îran nivîsand û da xuya kirin ku nanê ku gereke bi 7 hezar û 600 tûmanî hatiba firotin, bi 20 hezar tûmanî tê firotin.
Qutbûna înternetê li Îranê 1,728 demjimêr derbas kiriye
Dewleta Îranê ji dema destpêkirina xwepêşandanên kanûna 2025`an ve, Înternet bi dem dirêjî li ser welatiyan qut kiribû.
Careke din jî, ji dema şerê di navbera wê û Îsraîl-Amerîkayê de, qut kiriye.
Li gorî NetBlocksê, qutbûna înternetê li Îranê derbasî roja xwe ya 73yemîn bûye, ku ev qut kirin ji hezar û 728 demjimêran derbas bûye.