Bêdengiya piştî şer, wêraniya bi ser van malan de hatiye, tundiya êrîşan nîşan didin.
Ev der gundekî Zirganê ye ku dikeve nav wê deverê ku di cotmeha 2019`an de bûbû qada şer û di encamê de Serê Kaniyê, gund û erdên derdorê yên Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatibûn dagirkirin.
Koçberekî vegeriyayî mala xwe ya wêrankirî ava dike
Pîremêrê bi navê Ehmed Xidir Elo ku ev 6 sal in koçber bûbû, bi hevjîna xwe re vegeriya gundê xwe.
Ehmed Xidir Elo, der barê rewşa wêraniya gund û malan de, ev tişt anîn ziman:
Di nav wêraniya piştî şer û koçberiyê de dest bi avakirina malê kiriye, dibêje ku gund bi temamî wêran bûye.
Gund bi temamî wêran bûye, malek tenê jî avakirî nemaye, her tişt xerab bûye, ev 6 sal in em di vî halî de ne.
Min odeyek ji kelpîçan ava kir û odeya din jî min nîvê pereyan deyn kirine, heta ku Xwedê rêyeke çareseriyê ji me re veke.
Ne av heye, ne jî kehreba, tiştek nemaye.
Li Efrînê jî koçberên vegeriyayî rastî pirsgirêkan tên
Ji Serê Kaniyê heta Efrînê, nav û cih tên guhertin, lê êşa koçberiyê ji hev cuda nabe.
Xelkê Efrînê jî piştî 8 salan, karwan bi karwan vedigerin cih û warê xwe.
Lê ew di gava xwe ya destpêkê de, rastî pirsgirêka wêranî û talankirina malê tên.
Malbatên ku ji 6 heta 8 salan ji neçarî dûrî mal û milkên xwe ketibûn û karê xwe ji dest dabûn, niha bi rastiyeke tal re rûbirû dimînin.
Wê çawa ev xanî ji nû ve bên avakirin, kîjan alî dê alîkariyê bike.
Heta niha Şamê ti alîkarî pêşkêş nekiriye
Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li gor lihevkirina bi fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk û di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de, rêya vegerê li ber koçberan vekir, lê heta niha xwe nedaye ber wê berpirsyariyê û ti soz nedaye koçberên vegeriyayî ku piştî vegerê, wê Şam çi alîkariyê bike.
Avakirina ku niha çêdibe, bi destê xelkên herêmê bi xwe tê kirin.