Nêçîrvan Barzanî: Divê Bexda pişka budceya Herêma Kurdistanê misoger bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de li Hewlêrê diyar kir ku ji bo pêşnûmeyasaya budceyê, komîteyên teknîkî bi tenê têrê nakin û divê Bexda pişka Herêma Kurdistanê bi temamî misoger bike. Barzanî her wiha hêviya xwe anî ziman ku civînên di navbera PDK û YNK'yê de bigihêjin encameke "xêrê" ji bo hemû pêkhateyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî beşdariya şîna Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kemal Şakir li Hewlêrê, di konferanseke rojnamegeriyê de li ser pêşnûmeyasaya budceya Îraqê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê daxuyaniyên girîng dan.

Barzanî girîngiya yasaya budceyê anî ziman, destnîşan kir ku tenê destpêkirina gotûbêjên komîteyên teknîkî têrê nake û xwest ku pişka Herêma Kurdistanê bi awayekî misoger û bi hevahengiya bi Bexdayê re were çareserkirin.

Her wiha Barzanî daxwaz kir ku berî pêşnûmeyasa biçe Parlamentoya Îraqê, bi amadebûna dezgehên Kurdistanê re were amadekirin.Civînên 

PDK û YNK'yê berdewam in

Derbarê pêwendiyên navxweyî de, Barzanî civînên di navbera PDK û YNK'yê de wekî "gaveke gelekî baş" nirxand û hêviya xwe anî ziman ku ev hevdîtin bibin sedema "xêrê" ji bo hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye