YRK'ê li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê pêxist

Şervanên YRK'ê li çiyayên Kurdistanê agirê Newroza 2026`an pêxistin. Her wiha Gerîlayên HPG û YJA-Startê li bilindahiyên çiyayên Qendîlê agirê Newroza 2026'an bi coş û peroşek mezin dadan. Newroza çiyayê Qendîlê her salê bala her Kurdekî dikişîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li çiyayên Kurdistanê agirê Newroza 2026'an geş kirin.

 

Di pîrozbahiyê de, peyamên ji bo azadiya gelê Kurd hatine dayîn.

 

Di peyaman de, tekezî li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.

 

Her wiha hat gotin ku têkoşîna gelê Kurd gihîştiye qonaxeke çarenûsaz.

 

Şervanan diyarkirin ku Kurd di vê têkoşînê de bûne xwedî ezmûn û destkeftî.

 

Şervanên YRK`ê gotin ku di vê salê de tevî ku Kurd di rewşeke dijwar re derbasbûn jî, lê serê xwe ji dagirkeran re neçemandin û bi berxwedaniyeke mezin re têkoşiyan.

 

Şervanan agireke gur ê Newrozê pêxistin û piştre li dora agir govend gerandin û stran gotin.

 

Li çiyayê Qendîlê agirê Newrozê bilind bû

 

Li aliyekî din jî, Şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Hêzen YJA Starê li Qendîlê agirê Newroza 2026'an pêxistin.

 

Gerîla li dora agirê Newrozê li hev civiyan û Newroz bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin.

 

Li qada ku agir lê hate dadan gerîlayan govend gerandin û biryardariya têkoşîna azadiyê bi agirê Newrozê re careke din nîşan dan.

 

Newroza çiyayên Qendîlê her sal bala her çar aliyên Kurdistanê dikişîne ser xwe.

 

Pîrozbahiyên Newrozê li çar aliyên Kurdistanê berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye