Nêçîrvan Barzanî bi şêwirmendê leşkerî yê Îngilistanê re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel Şêwirmendê Leşkerî yê Bilind ê Îngilistanê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê, Cîgirê Edmîral Edward Algreen û şandeyeke rayedar û şêwirmendên leşkerî civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro şêwirmendê Îngilistanê amadebûna welatê xwe bo berdewamkirina hevkariyê û pêşxistina hevkariya ewlehî û leşkerî bi Îraq û Başûrê Kurdistanê re dubare kir.

Şandeya Îngilistanê her wiha li ser hevkariya ewlehî û parastinê ya Îngilistanê, yekbûna hêzên Pêşmerge, şerê li dijî bermahiyên DAIŞ`ê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê nîqaş kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê jî ji bo piştgiriya Îngilistanê spasiya xwe pêşkêş kir û girîngiya hevrêziya hevbeş tekez kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye