Talebanî: Yên xak firotine Tirkiyeyê nikarin mafên me biparêzin

Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, di çalakiya propagandaya Hilbijartina Dema Şeşan ya Parlementoya Iraqê ya li Silêmaniyê de, destnîşan kir ku yên xaka wan firotine Tirkiyeyê nikarin mafê wan biparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Di çalakiya propagandaya Hilbijartina Dema Şeşan ya Parlementoya Iraqê de, Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Silêmaniyê peyamên gelek girîng da û diyar kir ku wê li Bexdayê ne tenê mafê Kurdan wê mafê Iraqiyan jî biparêzin.

Bafil Talebanî bal kişand ser Partiya Demokratîk ya Kurdistanê (PDK) û got:

"Aliyek heye xwe xwediyê we dizane. Ew piştî Enfala Barzaniyan piştî ewqas sûcan çûn li tankên Sedam siwar bûn. Ma ew ê ji bo we kar bikin.

31'ê Tebaxê ticar ji bîr nabe. Birîneke ya gelê Kurd e. Wan ew sûc kirin û Kurd şehîd kirin, di komkujiya Şengalê de Êzidî firotin. Reviyan, xaka me firotin Tirkiyeyê."

 

Talebanî: PDK'ê girtîgeh ji rojnamevan û çalakvanên siyasî tije kiriye

 

Her wiha Talebanî destnîşan kir ku PDK'ê girtîgeh ji rojnamevan û çalakvanên siyasî tije kiriye û wiha axivî:

 "Ji bo me qala azadiyê dikin, hûn baş dizanin kîne, xaka me difiroşin û pirsgirêka mûçe derdixin.

Kê nefta Herêma Kurdistanê talan kir û ji bo xwe firot. Ji ber çi zarokên me tên bombekirin û dron diçin Hewlêrê."

 

"Têkiliya YNK'ê bi bexdayê re heye"

 

Talebanî anî ziman ku tenê ew dikarin li Bexda pirsgirêkan çareser bikin û ew rê nedin ku gaza wan bibin, ji ber ku elektirîka wan heye.

Talebanî eşkere kir ku Têkiliya YNK'ê bi Bexdayê re heye û ji bo berjewendiyên gel dikarin heta dawî kar bikin.

Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê, da zanîn ku ev demeke ciwan hatine piştguhkirin û wê YNK'ê zêdetir cih û rol bide wan.

 

Talebanî: Divê zêdetir cih ji bo jinan bê dayîn

 

Her wiha Talebanî diyar kir ku divê cih zêdetir ji bo jinan bê dayîn û di nava hemû aliyan de hebe.

Herî dawî Talebanî bang li her kesî kir ku biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin YNK'ê.

Hat ragihandin ku îro saet  07:00 ’an dema propagandaya hilbijartinê ya dema Şeşan ya Parlementoya Iraqê bi dawî dibe.

11'ê Mijdarê jî dengdan xilas dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye