HPG: Li ser herêmên parastinê 379 êrîş hatin kirin

Di demeke ku behsa çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin Tirkiye êrîşên li dijî gêrîla didomîne. Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) ê ragihand ku êrîş li dijî gerîla dewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) di derbarê van êrîşan de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de, hate ragihandin ku dewleta Tirk ji 13-23`ê Tîrmehê ve li dijî herêma Metîna 368 êrîş pêk anîne.

Dîsa herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 11 caran hat topbarankirin.

HPG-NRÇ ragihand hêzên Tirkiyê 20'ê Tîrmehê hewl dida bikevin nava Tunela Şehîd Xemgîn a li Qada Berxwedanê ya Dergelê. Piştî destwerdana hêzên wan hêzên Tirkiyê neçar man xwe vekişînin.

Di dawî de HPG-NRÇ dibêje hêzên wan li herêma Metînayê bi teknîkê bersiv dane hewildanên dorpêçkirin û êrîşên îmhayê.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24