Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku tevî biryara agirbestê jî, artêş dewleta Tirk 58 caran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.
HPG: Tevî agirbestê jî êrîşên artêşa Tirkiyê didomin
Di demeke ku behsa çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin Tirkiye êrîşên li dijî gêrîla didomîne. Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) ê ragihand ku êrîş li dijî gerîla dewam dikin.