HPG: Tevî agirbestê jî êrîşên artêşa Tirkiyê didomin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku tevî biryara agirbestê jî, artêş dewleta Tirk 58 caran êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

HPG'ê bal kişand ser binpêkirina agirbestê û da xuyakirin ku di nava hefteyekê de

artêşa tirkiyê 58 caran bi çekên giran êrişî herêmên parastina Medyayê kir û wiha lê zêde kir: 

"Li Qada Berxwedanê ya Sinînê û Berê Zînê yên herêma Xakurkê 26 caran bi dronan, top û obusan hatin bombebarankirin.

Li Girê Bahar a Rojavayê Zapê jî, 32 caran bi hewanan hatin topbarankirin."

HPG'ê eşkere kir ku li ser Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û Qendîlê liv û tevgera keşfe hebû û bi armanca dagirkirinê jî rê li van herêman hatine çêkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk banga teslîmbûnê li hêzên wan yên Rojavayê Zapê kir.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24