Îlham Ehmed: Konferans îfadeya zindî ya îradeya gelan e

Îlham Ehmed di Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kiriye ku pirrengî ne gef e, lê ew jêdera hêzê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xiwêran a Hesekê dest pê kir.

Konferans bi axaftina Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed dest pê kir.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku konferans di pêvajoyeke girîng a dîroka Sûriyeyê de tê lidarxistin û got:

“Berpirsyariya siyasî û exlaqî ya li hemberî welat ji her kesî tê xwestin, konferans îfadeya zindî ya îradeya gelan e ku di yekrêzê de li hemberî şer li ber xwe bidin.”

 

`Parastina rasteqîn bi îradeya hevbeş tê`

 

Pêkhateyên herêmê îsbat kirin ku parastina rasteqîn ne ji derve tê, lê bi îradeya hevbeş a ji bo avakirina aştî û edaleteke mayînde pêk tê. Berdewama hişmendiya yekalî ya rêvebirinê wê aloziyan kûrtir bike.”

 

`Ev konferans gevek ji bo sûriya nû ye`

 

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve konferans wek serekftineke siyasî ya gel pênase kir û wiha pêde çû:

“Armanc jê diyarkirina siberoja Sûriyeya nû ya li ser esasê tevkariya rasteqîn, hevnaskirin, nûnertiya adilane, hemwelatîbûna rasteqîn, pirrengî, nenavendîbûn û demorkasiyê ku garantiyên yekitiya welat û aramiya wê ye.”

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku "piştî salên dirêj ji desthilatdarî û înkarê ev konferans bibe gavek ber bi Sûriyeya nû ve ji bo tevahî pêkhateyên wê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24