Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku çedarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bêserûber bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin.
Navendê da zanîn ku çekdar van êrîşan pêk tîne da ku xelkê bi zorê ji malên wan derxe û wan koçber bike.
Li gorî daxuyaniyê, di saetên borî de, bajar rastî zêdetirî 20 topan hat, her wiha êrîşeke bi droneke bombekirî, ku ev yek jiyana sivîlan dixe xeterê.
QSD`ê di dawiya daxuyaniyê de got ku hêzên wan rewşê li ser erdê ji nêz ve dişopînin û erkê xwe pêk tînin û hemî tedbîrên pêwîst digirin da ku ewlehiya bajar û şêniyan biparêzin.