Şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de kete roja 38`an.
Yek ji qada ku herî zêde bûye hedefa êrîşên Îranê jî Herêma Başûrê Kurdistanê ye, di rojên dawî de bênavber êrîş li ser herêmê dewam dikin.
Duh bi şev du caran bi dronan êrîşî taxa Bextiyarî ya li parêzgeha Silêmaniyê hate kirin.
Li gorî ku hatiye ragihandin mala ku bûye hedefa dronan, baregeha Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bû.
Piştî vê êrîşê, di heman saetê de careke din êrîşî heman taxê hate kirin.
Li gorî agahiyan, di encama êrîşa duyem de jî mala du welatiyan ruxiyaye û hin kes jî birîndar bûne.
Lê heya niha birîndarbûna welatiyan nehatiye piştrastkirin.
Piştî bûyerê, hêzên ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê û ji welatiyan xwestin ku ji wir dûr bikevin.
Hêjayî gotinê ye ku ji roja şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê ve çêbûye de û heya niha, bi dehê caran êrîşî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Hewlêr û Koye bi dron û mûşekan hatin bombebarankirin
Ji saetên êvarî ve û heta niha nêzîkî 10 caran êrîşî Hewlêr û sînorê Koye jî hate kirin.
Hate ragihandin ku di êrîşan de tenê ziyanên madî çêbûne.
Li gorî ku hat ragihand ji saetên êvarî ve û heta niha 5 caran bi dronan êrîşî Hewlêr hatiye kirin û piraniya dronan, ji aliyê sîstema parastinê ve hatine tinekirin.
Li aliyek din jî hate ragihandin ku 3 caran êrîşî kamp û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Koye hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku di encama êrîşan de, ti ziyanên canî çênebûne.
Li gorî daneyan ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve û heta niha 650 caran bi mûşek û dronan êrîşî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Heta niha di encama êrîşan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 93 kes jî birîndar bûne.