Li 5 bajarên Rojava ji bo hemwelatîbûnê nav tên qeydkirin

Li Qamişlo, Çilaxa, Hesekê û Dêrikê serlêdanên ji bo qeydkirina wergirtina hemwelatînbûnê, dest pê kirin. Rêvebriya Komîteya qeydkirinê Ebdulrehman Ferho, bang kesên bênasnme kir ku belgên xwe ji 6`ê Nîsanê û heta 6ê Gulanê bînin û bibin hemwelatî.

reset font size increase font size

Di çarçoveya biryarnameya 13`an a Serokê Hikûmeta Vegûhêz Ehmed Şera ragihandibû ku Kurdên Rojava yên bênasname wê bibin hemwelatiyên Sûriyê.

Ji bo pêkanîna vê biryarê ji 6`ê Nîsanê ve li bajarên Qamişlo, Çilaxa, Hesekê û Dêrikê navendên qeydkirina kesên bênasname û wergirtina belgeyên hemwelatîbûnê, hatin vekirin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Vegûhêz, dê di qonaxa yekem de, daxwazname werin wergirtin û belge werin lênerîn, ji bo amadekariya temamkirina pêvajoya dayîna hemwelatîbûnê.

Derbarê Mijarê de Rêvebriya Komîteya qeydkirina navan Ebdulrehman Ferho, bang li hemû Kurdên bênasname mane kir ku berê xwe bidin navendên qeydkirinê û navê xwe tomar bikin.

"Ji ber bênasnamebûnê me gelek zehmetî kişandine"

Cîhan Nezîr Ehmed jineke mektume ji destpêkê ve îro li meclisa bajarê Hesekê navê xwe qeyd dike ji bo wergitina nasnameyê wiha got:"

Me gelek zehmetî kişandin û heta niha min bawernameya xwe ya refa 12 wernegiritye."

Hesen Şero: Me ji bo Kurdên bênasname bi Şamê re hevdîtin kir

Her wiha Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêvberiya Xweser Hesen Şero anî ziman ku wan weke Rêvebriya Xweser ji bo kesên bênasname bi Şamê re hevdîtin kirine.

Li gorî komîteyê got ku ev pêvajo wê mehekê berdewam bike ango heta 6 `ê meha gulanê berdewam dike.

Tomarkirina navan, wê ji seat 9`an dest pê dike û heta 3`an piştî nîvro li navendên hatine diyarkirin pêk bê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye