Koçberên Serê Kaniyê daxwaza vegerê dikin
Bi dehan xelkên koçber ên ji Serê Kaniyê li pêşiya navenda parêzgeha Hesekê xwepêşandanek li dar xistin. Xelkê daxwaz kirin ku di zûtirîn dem de vegerin malên xwe. Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed hat nav wan û soz da ku hemû hewldanên vegera bi lez û bi ewle bikin.