Cemîl Bayik: Hikûmeta Sûriyê dixwaze destkeftiyên rojava ji holê rake
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û geşedanên dawî jî nirxandin kir. Cemîl Bayik diyar dike ku Hikûmeta Veguêz a Sûriyê mîna rejîma Baasê ye û armanca wê tunekirina destkeftiyên Rojava ye. Bayik da zanîn ku gerek Mazlûm Ebdî erka şêwirmendiya Serokatiya Sûriyê qebûl nekirib. Her wiha dibêje kue mirovahî deyndarê fîdakariya Rojava ye, lewma mafê Kurdan ê parastina destkeftiyên xwe heye û divê li hemberî daxwazên Şamê serî netewînin.