Merziye Ferîqî hunermenda Kurd a bi nav û deng e, bi awaz û hunera xwe şoreş û evîn gihandibû hev.
Merziye Ferîqî, di sala 1958’an de li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû.
Di temenê 9 salî de heskirina wê ya ji bo stran û şanoyê çêdibe.
Gelek caran di çalakiyên dibistanan de tevlî beşên hûnerî yên weke şano û stranan bûye.
Merziye destpêkê bi stranên Fetanî Welîd bi zimanê Farisî dest bi stranbêjiyê kir.
Lê zilm û zordariya dewleta desthilatdar a Îranê ya li ser hûnera Kurdî, bandorek li ser Merziye kir û dest ji stranbêjiya zimanê Farisî berda û dest bi stranên Kurdî kir.
Merziye piştî xwendina seretayî di sala 1970’ê de diçe bajarê Sine û xwendina xwe ya Amadeyî di beşa mamostatiyê de li wir temam dike.
Piştî temamkirina xwendina xwe wek mamoste li gundekî nêzîkî bajarê Merîwanê dest bi kar dike.
Di sala 1977’an de bi koma muzîkê ya bajarê Sine re gelek caran derdikeve ser dikê û stranan dibêje.
Piştî wê 2 salan dîsa vegeriya Sine û bû mamostaya dibistana seretayî.
Hunermenda Kurd di temenê xwe yê 21 salî de ango di sala 1978’an de bi hûnermendê Kurd ê navûdeng Nasir Rezazî re zewicî.
Herdû hûnermend ji ber beşdarbûna wan a ji raperîna şoreşa gelên Îranê, dikevin bin çavdêriya dewleta Îranê de.
Merziye bi Nasir Rezazî re xebata xwe ya ji bo rizgariya Kurdistanê dewam dike.
Merziye demekê hat girtin û piştre jî mafê mamostatiyê jê hat wergirtin.
Di sala 1980’ê de dewleta Îranê hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê xist bin kontrola xwe de.
Merziye jî ji ber êrîşên Komarê nekarî di nava bajêr de bimêne. Ji bo vê bû pêşmerge û li çiyayên Kurdistanê li gel rêhevalê jiyana xwe Nasir Rezazî bi Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê re xebata xwe dewam kir.
Merziye di çiyayan de jî karê xwe yê huneriyê dewam kir, li wê derê hinek stran qeyd kir.
Di çiya de herwiha sîroda nîştiman û hinek stranên din ên şoreşgerî qeyd kir.
Wê demê bi rêya radyoyoyan dengê hûnermenda Kurd belav bû û gihişt guhê hemû Kurdan.
Yekemîn karê Merziye yê li çiyayan bi Koma Banga Komale re çêkir ku ew jî sirûda bi navê “Pêşmerge” bû ku di nava pêşmerge, gel û radyoyên Kurdî de bi nav û deng bû.
Zêdetir stranên Merziye li ser hestên nîştimanperweriyê bû.
Merziye li ser evîndariyê jî stran gotin, heya niha stran û berhemên Merziye di nava Kurdan de dimêne û ketiye dilê wan de.
Merziye yek ji hunermendên jin ên ku di stranên xwe de xemên xwe yên derbarê jinan de û her wiha zordestî û çewisandinên li ser jinan anî ziman.
Li dijî pergala baviksalarî ya paşverû û kevneşopiyên kevneperest ên civaka Kurd derket û ji bo ramana hevpar a civakê serî hilda.
Hunermenda Kurd Merziye Ferîqî di temenê xwe yê 47 salî de, di 18’ê îlona 2005’an de li nexweşxaneya Siwêdê bi nexweşiya dil koça dawî kir.
Li ser wesiyeta wê cenazeyê Merziye anîn Başûrê Kurdistanê û li Girê Şehîdan ê li Silêmaniyê spartin axê.