8 girtiyên jin yên li girtîgeha Evînê nikarin malbat û parêzerên xwe bibînin

Li Îranê li gel darvekirinê, girtî nikarin malbat û parêzerên xwe bibînin. Herî dawî dewleta Îranê rê li ber hevdîtina 8 jinên li girtîgeha Evînê girt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Girtiya siyasî Xolroks Îraî ya li girtîgeha Evînê li ser platforma X’ê ragihand ku, 8 girtiyên siyasî yên jin nikarin malbat û parêzerên xwe bibînin.

Li gorî vê nûçeyê, piştî ku rewşa ewlehiyê giran bû, girtiyên ku beşdarî bernameyên xwepêşandanan dibûn, rastî nêzîkatiyên xirab tên.

Navê girtiyên ku nikarin parêzer û malbata xwe bibînin, wiha ne:

Şîva Îsmaîlî, Xolroks Îraî, Sakîne Parvane, Forug Tagîpûr, Zehra Safayî, Merziye Farsî, Elahe Foladî û Werîşe Muradî ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye