Kampaniya Azadiya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ku li Tehranê girtiye, bi daxuyaniyekê daxwaza pêkanîna mafê wê yê dermankirinê kir.
Ji destpêkirina Şerê Îsraîl û îranê yê 13`ê ve Hizîranê rewşa girtiyan li Îranê xirabtir bûye û girtî ji mafê xwe bê par dimînin.
Piştî êrîşa Îsraîl li ser girtîgeha Evînê, beşa girtiyên siyasî yên jinan ji bo girtîgeha Qereçik hate veguhestin.
Kampaniya Azadiya ji bo girtiya siyaysî ya Kurd werîşe Mûradî bi daxuyaniyekê doza wergirtina mafê wê yê tenduristî kir.
Kampanyayê di daxuyaniya xwe daxwaz ji rejîma Îranê kir ku mafên girtiyên siyasî taybet jî yên ku cezayê dervekirinê li wan hatiye birîn binpê neke.
Girtiya siyasî Werîşe Mûradî di 17`ê Hizîrana 2024’an de, li Tehranê ji aliyê komara Îslamî ve hatiye girtin. Di 10`ê Mijdara 2024`an de bi tewana “endamê rêxstinê” ye li Dadgeha Şoreşê, cezaya darvekirinê lê hate birîn.
Perwîn El-Eyo