Li Hesekê piştgiriya jinên Siweydayê hat kirin

Tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaz dikin ku maf û jiyana jinan li Sûriyeyê bi tevahî bêne parastin û di şer û pevçûnan, aliyên çekdar jinan hedef negirin. Vê carê jî li bajarê Hesekê Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxitstinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komxebateke taybet bi gotubêjkirina rewşa jinên Siweydayê li dar xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dengê jinan bilin dibe, vê carê li Hesekê daxwaz tê kirin ku maf û jiyana jinên başûrê Sûriyeyê bê parastin.

Ji bo piştgiriya jinên Siweydayê, komxebatek li bajarê Hesekê ji aliyê Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxitstinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşmeya `Bi hev re ji bo piştgiriya jinên li Siweydayê li dijî qirkirinê` hat lidarxistin.

Canda Mihemed Cîgira Hevserokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku divê yekîtiya jinên Sûriyeyê were avakirin. 

Ji aliyê xwe ve jî, Stêr Qasim endama Kordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da xuyakirin ku nayê qebûlkirin di sedsala 21`ê de jin were kuştin û revandin.

Ev komxebat ji aliyê Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 30’ê tîrmehê de hatibû destpêkirin û duh bi dawî bû ku tê de kuştin û revandina jinan bi taybetî di şerê li Siweydayê de hatibû şermezarkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24