Li gorî daneyên ajansa rojnews parve kiriye di 6 mehan de li Başûrê Kurdistanê gelek jin bi şêwazên cur be cur htine qetilkirin.
Li sînorê Silêmanî, Pênciwên û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin, du jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Disa li Silêmanî,Hewlêrê û li Îdareya Soran, Akrê û Ranyeyê 4 jin hatine qetilkirin û 3 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha li Bazyan,bajarokê Mexmûr,Akrê, Hewlêrê û li Hewlêr, Dihok û bajarokê Çarqurnê jî 7 jin hatine qetilkirin û 4 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane. 2 jin jî birîndar bûne û cenazeyê jinek jî hate dîtin.
Li sînorê Zaxo û Soran, jinek neçarî xwe kuştinê hatiye hiştin, jinek hatiye qetilkirin, jinek jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest daye.