Li Parîsê li dijî tundiya li ser jinê meş hat lidarxistin

Li parîsê bi sedan jin û mêr ji bo tundiya li ser jinê meş li darxistin û hat gotin ku yek ji binpêkirinên mafên mirovan ên sereke tundiya li ser jin û zarokan e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li qada Republique ya paytexta Fransa meşeke girseyî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F’) hat li darxistin.

Çalakvanan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” tundiya li ser jinan protesto kirin.

Her wiha Berdevka TJK-F’ê di derbarê tundiya li ser jinan de wiha axivî: "Ev pirsgirêk ne tenê trajediyeke kesî ye, pirsgirêkeke sîstematîk e. Têkoşîna me, sedem û bingeha hebûna jinan e."

Di heman çarçoveyê de Berdevkê da zanîn ku bi taybet di krîzên Rojhilata Navîn de hemû bar li ser milê jinan e û diyar kir ku zextên şer, newekheviyên aborî û pergala baviksalarî, jinan dike armanc.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye